Li Dêrsimê pezkovî daketin ser rêyan

22-05-2019
RÛDAW
Dîmenê pezkoviyan li ser rêya Dêrsim-Xozatê ji nêzîk ve hatiye girtin
Dîmenê pezkoviyan li ser rêya Dêrsim-Xozatê ji nêzîk ve hatiye girtin
Nîşan Dêrsim Pezkovî Dîmen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê pezkovî bê tirs daketin ser rêyan ku nêçîrkirina wan hatiye qedexekirin û ji nêzîk ve dîmenê wan hatiye girtin.

 

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ku herî zede pezkovî li Dêrsimê hene, daketin ser rêyan û ber avê. Dîmenê pezkoviyan li ser rêya Dêrsim-Xozatê ji nêzîk ve hatiye girtin. Tê gotin ku bi armanca pêdiviya xwe ya xwê dabîn bikin tên ser rêyan ku zivistanê ji ber cemedê hatibû rijandin.

 

Kesên di rê re derbas dibûn ji otomobîlê xwe daketin û berê xwe dan wî dîmenê ciwan. Parlamenterê CHPê yê Dêrsimê Polat Şaroglu jî dema diçû Xozatê ji otomobîla xwe peya bû û dîmenê pezkoviyan bi mobila xwe girt.

 

Şaroglu dibêje, yekem car e tiştekî wiha dibîne û dîmenekî gelekî xweşik bûye. Herwiha tekez dike ku divê hemû kes serdana Dêrsimê bike û van dîmenan ji nêzîk ve bibîne, ji ber ji mirovan natirsin û bi başî tên dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst