Partiyeke ser bi Rêveberiya Xweser li ser nirxê genim dilgiraniya xwe nîşan da

22-05-2019
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Rêveberiya Xweser Genim Nirx Dilgiranî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiyeke ser bi Rêveberiya Xweser derbarê destnîşankirina nirxê genim de li Rojavayê Kurdistanê dilgiraniya xwe nîşan da.

 

Hikûmeta Sûriyê kirîna yek kîlograma genim bi 185 lîreyan û ya ceh bi 130 lîreya destnîşan kiriye, lê Rêveberiya Xweser dibêje ew dê genim bi 150 lîreyan û ceh bi 100 lîreyan bikire, û wan li gorî budceya destnîşankirî ev nirx danîne.

 

Emîndarê Giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa di daxuyaniyekê de ragihand, ku ev biryar ne dadmendane ye û zilmek e derheqê gel û cotkaran de.

 

Mihemed Mûsa ji aliyên pêwendîdar xwest ku li biryara xwe vegerin, ji ber ku ew biryar zerarê digihîne cotkaran.

 

Emîndarê Giştî yê Partiya Çep a Kurd ku di nava Rêveberiya Xweser de cih digire got ku eger Rêveberiya Xweser li ser biryara xwe bimîne, dê genim û cehê xelkê ji hikûmeta Sûriyê re biçin.

 

Rêveberiya Xweser li cotkaran qedexe kiriye ku ceh û genimê xwe ji xeynî wan nefroşin tu aliyekî din.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst