Mela Bextiyar: Li ber çavê hikûmeta Iraqê artêş ji bo erebkirinê tê avakirin

Silêmanî (Rûdaw) – Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar ragihand: “Niha li ber çavê hikûmeta Iraqê artêş ji bo erebkirinê tê avakirin.. Eger karbidestên me li Iraqê helwesta wan li hember erebkirinê tinebe, ciyawaziya wan ji Teha Mihyedîn Merûf tine ye.”

 

Mela Bextiyar herwiha destxweşî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dike, ji ber ku li ser Kerkûk û deverên Kurdistanî ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re name şandiye.

 

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar di dema civîna li gel hejmarek kadroyên YNKê yên li sînorê Koye û derdora wê de behsa rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û çend mijarên din ên navxweya YNKê kir.

 

Li ser erebkirina gundên sînorê Kerkûkê, Mela Bextiyar hişyarî dide nûnerên Kurd ên li Bexdayê û dibêje: “Hemû wan birêzên me yên ku li Bexdayê karbidestên me ne, divê gelek baş bizanin ku eger li ser  erebkirina nû helwesta wan tinebe, bêguman ti ciyawaziya wan li gel Teha Mihyedîn Merûf û ewanên din nabe! Ev erebkirina çarenivîsê ye û çarenivîsa me dixe metirsiyê.”

 

Mela Bextiyar behsa nameya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li ser madeya 140 û rewşa Kerkûkê kir û got: “Birastî ez gelek kêfxweş im ku Kak Nêçîrvan name şandiye Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û dibêje madeya 140 cîbicî bikin, ev cihê teqdîrê ye.”