Piştî salekê ji hilbijartinan; jineke Kurda Êzidî nû bû parlamentera Iraqê

22-05-2019
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Iraqê PDK Mûsil Kurda Êzidî Xalîda Xelîl Dadgeha Federalî ya Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêra jin a Kurda Êzidî, Xalîda Xelîl ku li ser lîsteya PDKê beşdarî di hilijartinên parlamentoya Iraqê de kiribû, piştî ku dadgehê di berjewendiya wê de biryar da, ji nû ve bû parlamenter û dê di demeke nêzîk de dest bi kar bibe.

 

Berbijêra Liqa 20 a Şêxanê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Xalîda Xelîl, di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de yekane berbijêra Kurda Êzidî li ser lîsteya PDKê bû, lê di ragihandina encamên hilbijartinan de ew nebûbû parlamenter. Xalîda Xelîl li ser wê yekê nerazîbûna xwe nîşan dabû û li Dadgeha Federalî gilî tomar kiribû, niha jî dadgehê di berjewendiya wê de biryar daye.

 

Xalîda Xelîl ji Rûdawê re ragihand: “Di 20ê vê mehê de Dadgeha Federalî li Bexdayê biryar li ser dosyeya min da û yekalî kir, (dadgehê) biryar derxistin ku ez li cihê Sefwan Gergerî bibim endama parlamentoya Iraqê.”

 

Derbarê sedema tomarkirina giliyê li dadgehê de, Xalîda Xelîl dibêje: “Parêzgeha Neynewayê xwediyê 34 kursiyên parlamentoyê ye. Heşt ji wan divê jin bin. Du kursiyên kota yên lîsteya PDKê ber jinan dikeve. Min 2 hezar û276 deng anîbû û ez bibûme kesa duyem li ser astê jinan, di nav lîsteya PDKê de, lê belê jinek ji lîsteya Cemawera Erebî li ser hesabê kotaya lîsteya PDKê bibû parlamenter. Her vê demê min li Dadgeha Federalî li Bexdayê gilî tomar kir. Jixwe ne şaşiya PDKê bû û ne şaşiya Sefwan Gergerî, lê belê şaşiya Komîsyonê û Lîsteya Cemawera Erebî bû. Niha biryara derbarê min de bo komîsyonê hatiye şandin û piştî temambûna rêkaran, ez dê li parlamentoyê sonda yasayî bixwim.”

 

Berpirsê liqa 20 a PDKê li Şêxanê, Mehmûd Mehmûd Êzidî ji Rûdawê re ragihand, ku biryar yekalî bûye û Xalide Xelîl li şûna Sefwan Gergerî bûye endama parlamentoya Iraqê.

 

Mehmûd Mehmûd Êzidî dibêje, di çend rojên bihê de Xalîda dê sonda yasayî bixwe û li parlamentoya Iraqê dibe yekane parlamentera Kurda Êzidî li ser Fraksyona PDKê.

 

Biryar bû li Parêzgeha Neynewa (Mûsil) 4 jin weke Kota biçin parlamentoya Iraqê, lê 3 jin hatin serxistin, wê demê Xalîda Xelîl gilî kir, niha jî biryar di berjewendiya wê de derketiye, û li şûna Sefwan Gergerî ku ew jî her ji fraksyona PDKê ye, dibe endama parlamentoya Iraqê.

 

Di 30ê Îlona 2018ê de hilbijartinên gera pêncê ya parlamentoya Iraqê hatin lidarxistin. Piştî ragihandina encamên fermî, nakokî li ser 12 kursiyên parlamenteriyê derket ku heman kêşeya Xalîda Xelîlê hene. Pêştir dosyeya kursiyeke din a parlamentoyê hatibû çareserkirin û dosyeya Xalîdayê duyemîn dosyeya bi vî corî ye ku hatiye çareserkirin.

 

Niha çend parlamenterên din ji wê yekê ditirsin ku biryarên dahatî yên dadgehê, wan jî ji parlamentoyê dûr bixe.

 

Endama Fraksyona Goranê li parlamentoya Iraqê, Behar Mehmûd pêştir li ser vê mijarê ji Rûdawê re gotibû: “Li gor madeya 52 a Destûra Iraqê, her kesekî mafê wê/wî heye ku îtîrazê li endameke parlamentoyê bike, eger guman hebû ku mafê wê/wî di hilbijartinan de hatiye binpêkirin.”

 

Behar Mehmûd diyar kriibû: “Eger bi dengê du li ser sê yê parlamenteran îtîraz hat pejirandin, kesê ku gilî li dijî wê/wî tê tomarkirin, mafê wê yekê nîne ku weke parlamenter bimîne, lê eger kêşe di navbera wan herdu kesan de ma, wê demê dadgeha bilind a federalî biryarê li ser kêşeyê dide.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst