Mesrûr Barzanî û Konsulê Giştî yê Amerîkayê pêşhateyên herêmê gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Steven Fagin kir.

 

Di civînê de pêşhateyên herî dawî yên rewşa herêmê bi giştî û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin.

 

Herwiha di civînê de peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê ji hemû aliyan ve hat gotûbêjkirin û li ser çareserkirina pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê jî bi rêya diyalog û pêşveçûnên herêmê hat axaftin.

 

Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê piştevaniya welatê xwe ji bo bernameya çaksazî ya Herêma Kurdistanê û bihêzkirina peywendiyên dualî û seqamgîriya herêmê cardin anî ziman.

 

Herwiha gotûbêjkirina rewşa niha ya deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, hevahengiya navbera Bexda û Hewlêrê û hevpeymanan, aliyekî din ê civînê bû.