EFRÎN - Li Şiyê 6 welatî hatin girtin

22-05-2018
RÛDAW
Nîşan Efrîn Girtin Sivîl Sûltan Silêman Şah
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 6 welatiyên Efrînê  li navçeya Şiyê hatin girtin û li Cindrêsî jî zarokekî  15 salî hatiye girtin û heta niha çarenivîsa girtiyan nediyar e.

 

Li gorî çavkaniyên xwecihî ku ji navçeya Şiyê ji Rûdawê re ragihandine şeva borî lîwaya Sûltan Silêman Şah welatiyê bi navê Xelîl Mistefa Şêxo li  Şiyê girtin, herwiha heman lîwayê her yek Mistefa Hotê, Zekeriya Ero, Xelîl Ebdullah, Mehmûd Derwîş û Xelîl Îbiş ji gundê Qermîtleq yê ser bi navçeya Şiyê ve girtin.


Li gor zaniyarên heman çavkaniyan dane, lîwaya Sûltan Silêman Şah  beramberî azadkirina wan kesên navborî de daxwaza pereyan dike.


Ji aliyekî din ve, grûpên çekdar zarokê bi navê Şerefedîn Şêxo yê 15 salî, ku xelkê gundê Kefersefrê ya Cindrêrsê ye, ji 10 rojan ve li ser rêbenda gundê Kurzêlê girtibûn û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst