Şingal di parlamentoyê de bê nûner ma

22-05-2018
RÛDAW
Nîşan Şingal PDK Hilbijartin
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Dema nivîsîngeha Duhokê ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan mijûlî hejmartina dengan bû, li Bexdayê berpirsên komîsyonê encamên dawîn ên hilbijartinan ragihand. Ji lewra ti namzedeke PDKê yê Şingalê nehate hilbijartin. Ji ber vê yekê Ofîsa Hilbijartinan a PDKê li dijî Komîsyona Hilbijartinan gilî tomar kir.

 

Di hilbijartinên 12ê Gulanê yên Parlamentoya Iraqê de nêzîkî 150 hezar koçberên Şingalê li Duhokê deng dan û dengê 80 hezar ji wan mercdar bûn.

 

Hêj dengên wan koçberan nehatibû cudakirin, Komîsyona bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Bexdayê encamên dawîn ragihand.

 

Namzedê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Şingalê Meyser Hecî di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Em piştrast bûn, ku dengên koçberan dê ji me re bin lê dengên wan nehatine hejmartin. Ji ber vê ti namzedeke PDKê li Şingalê derneket.”

 

PDK ji wê yekê nerazî ye û plan dikir 3 namzedên li parêzgeha Neynewa bûne parlamenter Kurdên Êzidî bin.

 

Berpirsê Rêxistina Şingalê yê PDKê Qadir Qaçax diyar kir: “Ya yekemîn, %75ê dengên koçberên Şingalê nehatine hejmartin. A duyemîn jî komîsyonê roleke xirab lîst. Koçberan nedizanîn ka dê li kuderê û çawa deng bidin. Herwiha Ofîsa Hilbijartinan a PDKê jî li ser me ferz kir, ku li herêmê 31 namzedan nîşan bidin. Ji ber vê dengên me perçe bûn.”

 

Koçberên Şingalê li 61 navend û 190 jûran deng dan. Lê komîsyonê tenê dengên 70 jûran hejmart.

 

Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a PDKê Xesro Goran ragihand, ku ji ber vê rewşê wan li dijî Komîsyona Hilbijartinan gilî tomar kiriye.

 

Herwiha Berpirsê baskê Duhokê yê Ragihandina Ofîsa Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Sekvan Dêreşî ji Rûdawê re got: “Em matmayî bûn. Dema tîmên me li Duhokê mijûlî cudakirina dengên koçberên Şingalê bûn, komîsyonê li Bexdayê encamên dawîn ragihand.”

 

Di sê xulên borî de namzedên Şingalê kursiya kota ya Êzidiyan li parêzgeha Nenewa bidest xistibûn. Lê vê carê kurdekî Êzidî yê Başîkê hate hilbijartin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst