DDKD: Em dê piştgirî bidin HDPê

Amed (Rûdaw) - Komeleya Şoreşgerên Demokrat a Kurd (DDKD) ku beriya kudetaya 12ê Îlonê ji rêxistinên herî mezin ên Kurdî bû, ragihand ku di hilbijartinên 24ê Hezîranê de dê piştgirî bidin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).

 

Navenda Giştî ya Komeleya Şoreşgerên Demokrat a Kurd (DDKD) daxuyaniyek belav kir û ragihand:

 

“Bi rojeva hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an di siyasetê de geşedanên balkêş û bi kelecan derketin holê. Bi taybetî partî û rêxistinên Kurdan daxuyanîya hevbeşî û tifaqa hilbijatinê ya bi HDPê re, herî balkêş û ji bo dahatûyê bi hêvî bû.

 

Sedem çi dibin bila bibin, hevdîtinên partî û rêxistinên Kurdan ên bi armanca tifaqa hilbijartinê ya bi HDP re bi ser neketibe jî ev ne dawiya her tiştî ye, berevajî wê, ev hêviya xebatên hevbeşî û tifaqan zêde kiriye û deriyê tifaqa navbera rêxistinên Kurdan vekiriye.

 

Tifaq û xebata hevbeş bo partî û rêxistinên Kurdan, daxwaz û hêviya gel bû, bes ev xebat li gor hêviyên gel bi ser neketibe jî, bir armanca ji daxwaza gelê Kurd re bibe bersîvek erênî, di serî de ji bo xebat û tekoşîneke perwerdehiya bi zimanê zikmakî, fermiyeta zimanê Kurdî, nasnameya Kurd di ewlehiya makezagonê de be û bi fikr û ramanên ji bo tevînekên maf û azadî yên bingehîn, amadekirina makezagonek demokratîk û sivîl, em bi gelê xwe re parve dikin ku di hilbijartina 24ê Hezîranê de bi dengdanê, em ê alîkarî bidin HDPê.”