HUDAPAR: Sûcê Demîrtaş tunebe gerek bê berdan.

22-05-2018
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Hilbijartinên Tirkiye HUDAPAR Selahattin Demîrtaş
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Endamê Desteya Rêveberiya Giştî ya HUDA-PARê Vedat Turgut got ger Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş bê sûc û bê guneh be, bila wî serbest berdin da ku ew jî weke namzetên din ên serokatiyê bi awayeke azad siyaseta xwe bike.

 

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş roja 4ê Mijdara 2016an ve  hatiye girtin û niha jî li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê zîndanî ye.


Demirtaş ji bo hilbijartinên serokomariya Tirkiyê ku dê di 24ê Hezîrana îsal de birêve biçe, ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hatiye kandîdkirin.


Endamê Desteya Rêveberiya Giştî ya HUDA-PARê Vedat Turgut ji Rûdawê re derbarê girtina Demîrtaş de wiha got: “Em bibêjin Demirtaş hatiye girtin. Ew jî bûye namzetê serokomariyê. Gelo ev divê bê berdan? Ev biryara dadgehan e. Ger dadgehê li dosyaya wî nihêrtibe û dê ceza bixwe, jixwe heqê wî û namzetiya serokomariyê jî namîne. Ew çax dê deng jî beyhûde herin. Lê em bibêjin ku dê ceza nexwe, belkî ketina wî ya hundir siyasetî ye. Wê çaxê ev bê edaletî ye, niheqî ye. Wê çaxê heqê wî jî heye ku ew jî bê berdan û ew jî weke namzetên din bi şeklekî siyaseta xwe bike. Eger sûcdar be divê neyê berdan lê ku sûcê wî tunebe gerek bê berdan.


Di berdewamiya axaftina xwe de Vedat Turgut got jî: “Bi rastî dadgeh niha edalet belav nake. Niha dadgeh li gorî xwe edaletê rave dike. Bi hezaran kesên masûm niha di hundir de ne. Em dibêjin mehkeme lazim e bi edalet hereket bike. Ger sûcdar be divê neyê berdan. Lê ger ev însan sûcdar nebe ew jî bê berdan û weke hevalên xwe siyaseta xwe bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst