Îsal berhemên çandiniyê li Bakurê Kurdistanê zêde bûne
Amed (Rûdaw) - Îsal ji ber berf û balinca zivistanê û barana biharê tê payîn ku berhemê dexl û zadî li Amedê zêdetir be.
Li Amedê 6 mîlyon û 500 hezar donim erd û zeviyên çandiniyê hene, lê tenê ji sedan 15-20 zeviyan avî ne, yên mayî hemû bejî ne. Lewra bêavî berdarî û berhemdariyê kêm dike.
Li gor jûrên cotkarî ji sedan 60ê aboriya Amedê li ser çandinî û berhemên nebatî ye. Ger zeviyên avî zêde bibin, dê ji sedan 80yê aboriyê ji berhemên çandiniyê derbikeve.
Aboriya Amedê bi giranî li ser çandiniyê ye. Lê belê piraniya zeviyên Amedê bejî ne. Ev yek jî pirê caran rêncber û cotkaran dixe nav zerer û ziyanê.
Îsal bi saya serê barana zêde zeviyên bejî jî bûne avî. Tê payîn ku ev barana zêde berdariya zad û dexlên wekî ceh û genim li gor salên berê zêde bike.
Cotkar û Mixtarê Gundê Tirsipî ya Amedê Mehmet Erdem ji Rûdawê re wiha got: “Îsal zevî pir baş bûne. Ji ber ku di meha Nîsan û Gulanê de baran hat, sûdeke zêde gihand me. Xwedayê mezin ber û bereket da me. Lê belê wan salên borî erd û zeviyên avdayî em bêjin cotkar ji donimî 800î jê rabikin, ji erdên bejî tenê dê 200î jê rabike.”
Hecî Zulfî ji biçûkatiya xwe li Amedê cotkariyê dike. Şanzdeh salan li ser hev pembû çandiye, lê her carê zerer kiriye û hemû serwet û sermiyanê xwe ji dest daye. Di dema çandin û çinînê de baran ji pembû re xirab be jî wekî din av jê re şert e. Kêşeya wî ya herî mezin jî bêavî yan jî buhayê avê ye.
Cotkar Hecî Zulfî Taşçi jî wiha axivî: “Jixwe em ji avê zerer dikin. Ava me buha ye. Li vê herêma Bendava Devegeçidî heta qeza Erxeniyê zêdetirî 100 hezar donim erd û zevî hene. Herî zêde 20 hezar donimê vî erdî avî ye û 80 hezar donimên din hemû bêav û bejî ne. Dema ev erd û zeviyana bên avdan, xelk zêdetir sûd jê digirin. Hingê sûda vî erdî digihêje dewlet, karker, pale, cotkar û her kesî. Lê belê bê şertê ku av erzan be. Da ku cotkar jî çend qurişî jê kar û qazenc bike. Niha heqê avê serê donimî 50-60 lîre tê. Yaw ev ji hêza min der e!”
Li Amedê 6 mîlyon û 500 hezar donim erd û zeviyên çandiyê hene. Li gor amarên fermî aboriya Amedê jî ji sedan 40 li ser çandiniyê ye. Lê li gor jûrên cotkaran ev rêje zêdetir e.
Serokê Jûra Cotkarî ya Sûr a Amedê Mîrza Vedat Çîftçî jî destnîşan kirk u li Amedê 36 hezar cotkarên me hene û wiha domand: “Li tevahiya Amedê ji sedan 20 ax û zeviyên avdayî ye. Aboriya Amedê nêzîkî ji sedan 60 li ser çandiniyê ye. Hinek cotkarên me jî ji ber av tune ye, dev ji cotkariyê berdane. Dema av were û avdanî pêk bê, êdî nêzîkî ji sedan 80yê aboriya Amedê dê li ser çandiniyê be.”
Li Amedê 7 bendav hene. Tê payîn ku heta sala 2019an 14 bendav û golên din ên avdaniyê bên çêkirin. Di warê çandiniyê de bendav berdariyê zêde bike jî zerer û ziyaneke mezin digihîne hawîrdorê û cihên dîrokî di bin avê de dihêlin.