Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Polîtboruya YNKê Ednan Muftî dibêje, eger ku YNK û Goran bibin yek, dê proseya siyasî li Başûrê Kurdistanê ber bi pêş ve biçe. Muftî herwiha dide xuyakirin, yekgirtina her du partiyan girêdayî îradeya her du aliyan e.
Ednan Muftî duh yekşembiyê beşdarî di merasîma taziya Serokê Giştî yê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa bû ku li Mizgevta Sewaf a bajarê Hewlêrê birêve çû.
Piştî beşdarîkirin di wê merasîmê de, Ednan Muftî li ser pirsyareke Rûdawê ya derbarê yekgirtina YNKê û Goranê de ragihand: “Ev yek hêviyeke e ku girêdayî îradeya her du aliyan e. Ev îrade jî li cem piraniya YNKê û piraniya Goranê jî heye, pêwîst dike ku em dest bi gotûbêjê bikin jib o parastina berjewedniya hemû aliyekê, berî hermûyan jî berjewedniya gelê me.”
Wî endamê polîtboruya YNKê herwiha da xuyakirin: “Eger ku YNK û Goran bibin yek, dê ew yek proseya siyasî ber bi pêş ve bibe û rewş asayî bibe.”
Piştî koça dawî ya Serokê Giştî yê Goranê Newşîrwan Mistefa, heta niha YNKê çend caran daxwaza yekgirtinê li Tevgera Goranê kiriye.
Tevgera Goranê jî di peyama xwe ya piştî bi dawî hatina merasîma taziya Newşîr Mistefa de, ku duh hat belavkirin, tekez kir: “Em goranxwazan piştrast dikin ku her weke ku birêz Newşîrwan Mistefa nexşe jê re danîbû, em dê emaneta peyam û armancên Goranê weke ronahiya çavê xwe biparêzin û tevgera me dê her weke xwe bimîne û roj bi roj em dê geştir jî bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse