Xwendekarê zanîngehê di Çemê Xarçîkê de xeniqî

22-05-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Dêrsîm (Rûdaw) – Xwendekarê Zanîngeha Minzûr a Dêrsîmê Erkan Sarîce di Çemê Xarçîkê de xeniqî.

 

Xwendekarê pola duyem ê Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Minzûr a Dêrsîmê Erkan Sarîce yê 22 salî îro danê sibê di Çemê Xarçîkê (Çemê Pilemoriyê) de xeniqî û jiyana xwe dest da. Sarîce yê ku ji bajarê Mûşê ye bi hevalên xwe yên beşê re çûbû seyranê li pey gogê/topê ket rûbarê û xeniqî.

 

Xwendekarên Beşa Dîrokê danê sibê ji bo seyranê çûn gundê Qûtûdereyê ber peravê Çemê Xarçîkê. Xwendekar hê nû peya bibûn goga wan dikeve avê, Erkan Sarîce yê ku xwast gogê ji avê derbixe, ket nav ava dansala biharê ya çem. Hevalek Sarîce herçend ji bo rizgarkirina wî xwe li pey biavêje çem jî nikaribû wî rizgar bike û ew bi xwe jî bi zorê ji mirinê difilite.

 

Bi lêgerîna komên Rêveberiya Lezgîn û Karesatan (AFAD) û cendermeyan termê Erkan Sarîce 7 kîlometir dûrî li ketiye çem li nêzîkî gundê Pagalî hat dîtin.

 

Bi xeniqîna xwendekarê bêsiûd re hevalên wî bi giryan, şîn û şîwan xayîs çûn.

 

Piştî dozkirinê termê Sarîce bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsîmê. Ji bo bûyera xembar lêkolîn û lêpirsîn hatin destpêkirin.



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst