Odeya Operasiyonan dê biryarê li ser çarenivîsa kurdan bide

Hewlêr (Rûdaw) – Di civîna dawî ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de ya bi partiyên siyasî yên Başûr re biryar hatiye dan ku Odeya Operasiyonan a Siyasî ya Başûrê Kuridstanê were pêkanîn. Ew odeye, dê biryarê li ser pirsên çarenivîsas ên kurdan bide.

Piştî serdana vê dawiyê ya Barzanî bo Amerîkayê û çend welatên ewropayî, kurd bi awayekê zelaltir kar li ser stratîjiyeke taybet dikin da ku karibe serxwebûna aborî û siyasî misoger bike.

Tê gotin, vê carê kurd dixwazin bi pilan û dabeşkirina rola siyasî di navbera dezgehên fermî yên Başûrê Kurdistanê de kar li ser serxwebûnê bike.

Li gor agahiyên Rûdawê, hêj biryar nehatiye dan ka dê kê endma be di wê odeya operasiyonan be, lê ew yek hatiye zanîn ku Serokatiya Herêma Kurdistanê dê serpireştiya wê bike.

Hatiye zanîn, erkên wê odeyê dê bi awayekî bê diyarkirin, ku bandoreke xerab li ser erk û karên Serokatiya Herêma Kurdistanê, Hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê neke.