Li Silopya ji ber teqîna tankerekê kesek mir

Silopya (Rûdaw/Ajans) – Li navçeya Silopya ya Şirnexê ji ber teqîna tankerekê kesek mir û kesek birîndar bû.

Li Silopya piştî ku agir bi tankereke petrola xam ket, teqîn çêbû û di encamê de kesek mir û 2 kes birîndar bûn.

Di encama teqînê de karkerê bi navê Hakim Gunduz jiyana xwe ji dest da û şofêr tankerê jî birîndar bû.

Piştî ambulans û agirkuj hatin cihê bûyerê, agir hat vemirandin.