Hasan Oktay: Kurdistan êdî aliyekî hêzê ye
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kafkassamê Hasan Oktay ragihand ku bi îmzekirina 20 rêkeftinên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê re, pêgeha rêveberiya Herêma Kurdistanê bihêztir bûye.
Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kafkassamê Hasan Oktay ji Rûdawê axivî û serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a Îraq û Herêma Kurdistanê nirxand.
Hasan Oktay diyar kir ku serdana Erdogan dê sûdeke mezin bigihîne çareserkirina pirsgirêkên di navbera hikûmeta navendî û hikûmeta Hewlêrê de.
Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kafkassamê Hasan Oktay got:
“Birêz Erdogan destpêkê çû Bexdayê û piştre diçe Erbîlê.
Di nav Îraqê de jî ev serdan dê sûdeke mezin bigihîne çareserkirina pirsgirêkên di navbera hikûmeta navendî û hikûmeta Hewlêrê de.
Dema hûn tenê ji vî alî ve jî temaşe bikin dê gelek sûdên vê geştê hebin.
Yek ji wan ew e ku 20 dosya dê bên îmzekirin.
Dosya dê ji aliyê 3 aliyan ve bêne îmzekirin.
Ev nîşaneke vekirî ya wê yekê ye ku rêveberiya Barzanî êdî ji aliyê dîplomatîk ve bi awayekî cidî aliyekî hêzê û balansê yê.”