Li Dêrsimê biserdegirtina malan: 5 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê di biserdegirtina malan de 5 kes hatin desteserkirin.

Li navenda Dêrsimê û navçeya wê ya Qisleyê hêzên ewlehiyê bi hinceta “endamtî û alîkariya rêxistinê” bi ser malan de girt.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, li navenda Dêrsimê di biserdegirtina malan de welatiyên bi navê Makbule Nakiş, Emine Surgeç û Eylem Surgeç hatine desteserkirin.

Herwiha li navçeya Qisleyê jî Torun Dîlsizê 71 salî û keça wî Ozlem Dîlsiz hatine desteserkirin.

Li gorî zanyariyan Torun Dîlsizê 71 salî nexweş e û di dema desteserkirinê de rewşa wî ya tenduristiyê têk çûye.