HPGyê nasnameya du gerîlayan eşkere kir

22-04-2024
RÛDAW
Nîşan HPG Gerîla
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya du gerîlayên ku adara îsal canê xwe ji dest daye eşkere kir.

HPGyê ragihand ku van her du gerîlayan li Başurê Kurdistanê li herêma Metînayê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her du gerîlayan bi vî rengî ne:

Rewşen Delîl: Navê wê yê fermî Hanim Durmaz e û ew ji navçeya Elbakê ya Wanê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Herekol Amed: Navê wî yê fermî Emre Korkmazer e û ew ji navçeya Farqînê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê ye.

HPGyê da zanîn ku Rewşen Delîl sala 2014 û Herekol Amed jî 2015an tevî refên gerîlayan bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst