Serok Barzanî derbarê hevdîtina bi Erdogan re daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî ragihand ku li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo berjewendiyên gelê Kurdistan û Tirkiyeyê behsa rêyên hevahengiyê yên berdewam kir.

Serokê Mesûd Barzanî îro li Hewlêrê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û şandeya pê re pêşwazî kir.

Serok Barzanî derbarê hevdîtinê de li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.

Di peyama xwe de Serok Barzanî wiha nivîsiye:

Ez îro kêfxweş bûm ku min li Kurdistanê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan pêşwazî kir.

Me ji bo berjewendiyên gelê Kurdistan û Tirkiyeyê behsa rêyên hevahengiyê yên berdewam kir.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî serdana xwe ya Bexdayê gihişt Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel şandeyeke berfireh li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û şandeya pê re pêşwazî kir.

Erdogan bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiya.