Li Siwêregê bûyera trafîkê: Mirî û birîndar hene

22-04-2023
RÛDAW
Nîşan Siwêreg Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêreg a ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de kesekî canê xwe ji dest da û 3 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyan îro Şemiyê 22ê Nîsana 2023an di roja duyem a Cejna Remezanê de li ser rêya di navbera Siwêreg û Amedê otomobîlek ji rê derket û wergeriya, di encamê de kesekî bi navê Şiyar Bakan ê 25 salî canê xwe ji dest daye û Mehmet K. yê 25 salî, Zeliha K. ya 27 salî û Alî S. yê 25 salî birîndar bûne.

Li ser agadarkirinê tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatine şandin, birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêreg hatine veguhestin.

Hat diyarkirin ku rewşa tendirustiyê ya her sê birîndaran baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst