Kampa Holê: Zarokek ji aliyê pasewanê kampê ve hat kuştin

22-04-2023
RÛDAW
Nîşan Kampa Holê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kampa Holê ya rojhilatê Heseke ya Rojavayê Kurdistanê zarokek bi guleya pasewanê kampê hat kuştin.

Li gor zanyariyên ku ji aliyê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ve hatine belavkirin, îro Şemiyê zarokekî Sûrî ji aliyê endamekî hêzên pasewanên Kampa Holê ve hat kuştin lê heta niha sedema wê nehatiye ragihandin.

Li gorî ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê zarokekî di beşa heştem a Kampa Holê de bi guleya pasewanê kampê canê xwe ji dest da.

Rêveberiya Xweser heta niha li ser bûyerê ti daxuyanî nedane.

Kampa Holê ya ku malbatên DAIŞiyan lê dimînin dikeve rojhilatê parêzgeha Heseke ya Cizîr a Rojavayê Kurdistanê.

Li gor amarên Netewên Yekbûyî li Kampa Holê, 66 Hezar û 101  kes hene, ku ji 60 welatî çûne Sûriyê û tevlî DAIŞê bûne.  Ji %39 ji wan xelkên Sûriyê ne, hejmara wan 25 Hezar û 780 kes in.

Ji %46 ji wan Iraqî ne, hejmara wan 30 Hezar û 724 kes in.  Ji %15 ji wan xelkê welatên din in, ew jî 9 Hezar û 597 kes in, û xelkê 66 welatan in.

Li Kampa Holê 18 hezar û 208 malbat  hene  û %96 ji wan jin û zarok in,  %66 ji wan zarokên di bin 18 salî re ne.

Li gorî amarên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan, UNICEFê, hejmara zarokan li wê kampê 28 hezar in.  Bêhtirî 7000 zarok ji wan, xelkê welatên din in.  77 zarok sêwî ne, bav û diyên wan di şer de hatine kuştin.  12 hezar girtiyên çekdarên DAIŞî jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst