Xarpêt: Li naverasta bajêr kesek rastî êrîşa çekdarî hat

22-04-2023
RÛDAW
Nîşan Xarpêt
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Keban ser bi parêzgeha Xarpêt a Bakurê Kurdistanê li naverasta bajêr kesek rastî êrîşeke çekdarî hat û birîndar bû.

Li gor gahaiyan li Taxa Firat a navçeya Keban a Xarpêtê îro 22ê Nîsanê ji ber sedemek nayê zanîn kesekî bi çekê êrîşî kesekî bi navê Yasîn Ak ê 36 salî kiriye, ew birîndar kiriye û reviyaye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatine şandin.

Yasîn Ak ê ku birîndar bûye birine Nexweşxaneya Zanîngeha Xarpêtê û li wir tê dermankirin.

Hat diyarkirin ku heta nika kesê êrîşkar nehatiye desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst