Li Dêrsimê di roja duyemîn de lêgerina 3 ciwanên wenda berdewam e

22-04-2023
Ali Haydar Gozlu
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Dêrsim Çemê Mûnzûrê
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Lêgerîna 3 ciwanên ku otomobîla wan ketibû Çemê Munzurê di roja dûyemîn de berdewam e.

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji bo dîtina 3 ciwanên wendabi beşdarbûna 2 tîmên rizgarkirinê ku ji 250 kesan pêk tê kar û xebat tên kirin. Lê xizmên ciwanan ku hatine cihê lêgerînê nerazîbûna xwe nîşan didin ku wek tê xwestin midexale nayê kirin.

Xizmê wendayan Hecî Şah got “Li vê derê qet mudaxale tune. Ji duh êvarê ve em hatine, me xistine otelekê heta aniha me sekinandine, ji me re gotin `emê saet di 6an de agahiyên bidin we` di 6an de jî agahî nedan. Em bi xwe hatin vêderê leşker hatin pêşiya me va ani mudaxale dikin. Ne kepçe, ne ambulans, ne dewlet, kanê dewleta me? Dewlet tine.”

Xizmê wendayan Haci Şah dibêje “Îro 2 roj in otomobîleke ku 2-3 cenazeyên me tê de tu mudaxele tune ye. Em perîşan bûne û em gişt ji Amedî hatine û bi çol û çeperan ketine. Tu mudaxale tune ye wate hikûmeta me tuneye.”

Ligel nerazîbûna xizmên ciwanan Serokê Şaredariya Dêrsimê dibêje du roj in bi alîkariya tîmên peywendîdar karê lêgerînê berdewam e lê ji ber zêdebûn û şolîbûna avê kar û xebat zehmet bûne.

Serokê Şaredariya Dêrsimê Mehmet Fatih Maçoglu ragihand “Çawa xeber ji me re hat, me tîmên binavger û rizgarkirinê şandin cihê bûyerê. Lê ji ber av zêde ye tîmên lêgerînê zêdetir li cihên ku dar lê hene digerin, dinêrin. Av zêde ye û şolî ye, ev jî dibe astengî li ber lêgerînê."

Roja yekemîn a Cejna Remezanê 21ê Nîsana 2023an li ser rêya sereke ya Pulur-Dêrsimê ji dû otomobîlên ku biryar bû bo cejnê serdana Amedê bikin, yek ji wan ji rê derketibû û  ketibû nav Çemê Munzurê û heta niha ew 3 ciwan wenda ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst