Mesrûr Barzanî: Azadiya derbirrîn û çapemeniyê li Herêma Kurdistanê her diçe pêş dikeve

22-04-2023
RÛDAW
Nîşan Roja Rojnamegeriya Kurdî Mesrûr Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya Roja Rojnameheriya Kurdî peyam belav kir û dibêje “Bizava rojnamegerî û azadiya ragihandinê li Herêma Kurdistanê bo pêşdebirin û geşepêdanê berdewam e û hikûmeta herêma Kurdistanê jî berdewam dibe li ser piştîvanî kirin ji azadiya ragihandin û afirandina jîngeheke tendirust bo rojnamegeran.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 125 saliya Roja Rojnamegeriya Kurdî û 25 saliya damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de got “Dezgehên ragihandinê nabe bibin navendek bo belav kirina hizira radîkal û handana tundûtîjî û sivêkatî kirin bi xelk, buha û sembolên netewî û nîştimanî.”

Mesrûr Barzanî bi wê minasebetê pîrozbahî li rojnamegeran û mediyakarên Kurdistanê dike û dibêje “Bizava rojnamegerî û azadiya ragihandinê li Herêma Kurdistanê bo pêşdebirin û geşepêdanê berdewam e û hikûmeta herêma Kurdistanê jî berdewam dibe li ser piştîvanî kirin ji azadiya ragihandin û afirandina jîngeheke tendirust bo Rojnamegeran daku, bikaribin azadane di çarçoveya qanûnên berkar û etîka karê rojnamegerî û pîvanên navnetewî de kar û erkên xwe cîhbicîh bikin.”

Îro, 22.04.2023, hevdem li gel derketina yekemîn hejmara Rojnameya Kurdistanê ku 125 sal di ser wê rojê re derbas bûn, 25 sal jî di ser damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê re derbas dibin.

22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî ye, ji ber ku “Rojnameya Kurdistan” rojek wekî îro dest bi weşanê kir. 125 sal berê ango di sala 1898an de Miqdad Mîthad Bedirxan cara yekemîn li Paytexta Misir bajarê Qahîreyê rojnameyeke Kurdî ya bi navê “Kurdistan” derxist.

Mesrûr Barzanî hêvî kir ku “Rojnameger û mediyakarên Kurdistanê kar bo pêşdebirin û parastina aştiya civakî û çanda bihevre jiyana pêkhateyên olî û etnîkî û girîngîdan bi pirsên nîştimanî û berevanî kirin ji ezmûna herêma Kurdistanê weke qewareyeke destûrî û cîhê hêviya tevahiya Kurdistaniyan in.”

Herwiha Serowezîrê Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku “armanca sereke ya mediyakarên Kurdistanê, gehandina rastî, zaniyariyê bawermend, hevseng, xizmet kirina xelk û welatiyên Kurdistanê û berevanî kirin be ji mafên xelkê Kurdistanê. Dezgehên ragihandinê nabe bibin navendek bo belav kirina hizira radîkal û handana tundûtîjî û sivêkatî kirin bi xelk, buha û sembolên netewî û nîştimanî.”

Mesrûr Barzanî di berdewamiya peyama xwe de wiha got “Di vê bîranîna han de bi rêzdarî ve tevahiya wan Rojnameger, Nivîskar û Rewşenbîrên Kurdistanê bibîr tînin ku, hizir û berhemên wan, xizmeteke gelek zêde pêşkêşî ziman, rewşenbîriya Kurdî û doza reva ya gelê Kurdistanê kiriye û canê xwe jî di vê warî de feda kirine.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst