Li Dirbêsiyê xelkê Cejna Remezanê bi serdana malan pîroz kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dirbêsiyê ya Rojavayê Kurdistanê cejn hate pîrozkirin ku ji her kesî bêhtir zarok bi cejnê dilxweş dibin û têra xwe şekir û pereyan kom dikin. Li Dirbêsiyê jî zarokan cilên xwe yên xweşik li xwe kirin û mal bi mal geriyan, destê mezinan maçî kirin û eydanî dane hev. Mezinan jî bi hev re serdana malên nas û dost û cîranan kirin û cejna hev pîroz kirin.

Misilmanên Rojavayê Kurdistanê di roja yekem de bi coş û  kelecanek mezin pêşwazî li Cejna Remezanê kirin.

Welatî Şêxê Micîd got, “Em radibin ji xwe re nimêja xwe dikin, diçin ser goran, xwarina cejnê çê dikin, zarok digerin, ev e adeta cîhanê ye.”

Ev dîmenên Gundê Xerzê yê ser bi bajarokê Dirbêsiyê ne li Cîzîra Rojavayê Kurdistanê. Xelkê gund sibeha cejnê destpêkê  berê xwe dan  gorsitanan û miriyên xwe bibîranîn.

Welatî Bozê Ebdulqehar jî anî ziman, “Milet gelek in li ser goristanan in, li ser miriyên xwe ne. Her cejn em wiha ne, biçûk û mezin tên ser goristanan.”

Yek ji xemla vê cejnê zarok bûn. Wan hîn bi şev amadekariyên xwe kiribûn.

Zarokekê jî li ser cejnê got, “Ji êvarê ve me cilên xwe amade kirin, em diçin ser goran û şekiran berhev dikin. ”

Cilên xweşik li ber xwe kirine. Mal bi mal digerin û şekiran kom dikin.

Zarokeke din jî got, “Ev roja pir xweş e, em şekiran didin hev, şekirên me jî xweş in û li nav gund digerin û em gelekî kêfxweş dibin.”

Welatî dibêjin ne ji zarokan be ti wateyeke cejnê nîne.

Welatîyekê anî ziman, “Cejna me cejna zarokan e, zarok tên, em dixwazin şekiran bidin wan, kêfa zarokan pê tê. Ne ji zarokan be cejn ne xweş dibe.”

Mezinan jî bi hev re serdana malên hev kirin û cejna hev pîroz kirin.

Îsal roja yekem a cejnê tevî zor û zehmetiyan li Rojavayê Kurdistanê di nav aramî û kêfxweşiyê de derbas bû.