Li Mêrdînê çek di destê zarokekî de teqiya; kesekî canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Heboşî yê navçeya Dêrik a ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê çek di destê zarokekî de teqiya û bû sedem ku kesek canê xwe ji dest bide.

Li gor agahiyan, îro 22ê Nîsana 2023an li gundê Heboşî yê ser bi navçeya Dêrik a Mêrdînê kesekî bi navê Y.G yê 14 salî dema bi çek dilîze, di nav destan de diteqe û gule li kesekî bi navê Vedat Gursel ê 27 salî dikeve û giran birîndar dibe.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û cendirme bo cihê bûyerê tên şandin. Vedat Gursel ê ku giran birîndar dibe ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê tê birin û tevî hemû hewildanên pizîşkî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dide.

Hat diyarkirin ku Y.G yê 14 salî ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.