Xwendekareke Zankoya Selahedînê bi destpêşxeriyekê alîkarî ji Cindirêsê re şandin

22-04-2023
RÛDAW
Xwendekareke Zankoya Selahedînê bi destpêşxeriyekê alîkarî ji Cindirêsê re şandin
Xwendekareke Zankoya Selahedînê bi destpêşxeriyekê alîkarî ji Cindirêsê re şandin
Nîşan Cindirês Alîkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmarek xwendekarên zankoyên Herêma Kurdistanê, bi destpêşxeriyekê alîkarî ji zarokên Cindirês a ser bi Efrîn a Rojavayê Kurdistanê re şandin.

Diyana Ebdulrehman Hisên, xelka bajarê Qamişlo yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê ye û xwendekara Zankoya Selahedînê ye li Hewlêrê, bi helkefta Cejna Remezanê destpêşxeriyek ragihand, ji bo alîkariya zarokên bajarokê Cindirêsê yê ser bi Herêma Efrînê.

Diyana Ebdulrehman Hisên beşdarî bultena Rûdawê ya ku ji aliyê Sureya Hesarî ve tê pêşkeşkirin bû behsa destpêşxeriya xwe kir.

Diyana û hevkarên xwe, di vê destpêşxeriyê de, 75 zarokên Cindirêsê, bi taybetî yên bê dê û bav, bi cilûberg kirin û kêf û şahî xistin dilên wan zarokan.

Xwendekara Zankoya Selahedîn Diyana Ebdulrehman Hisên got, “Di dema erdhejê de ez û hevalan rûniştibûn û min got divê em tiştekî ji miletê me yê Cindirêsê re bikin ku alîkarî ji wan re nediçûn û me li ser torên civakî agahiyek belav kir ku em dê alîkariyê ji wir re bişînin. Di demeke kurt de miqdareke baş a pereyan ji me re hatin.”

Diyana û hevkarên xwe, ji Hewlêrê du caran alîkarî şandin Cindirêsê ku cara yekem, di bûyera erdhejê de, 3 hezar û 700 dolar şandin û cara duyem, bi helkefta Cejna Remezanê jî, 1 hezar û 800 dolar şandin ji bo zarokên Cindirêsê. Tevahiya alîkariyên wan gihîştin 5 hezar û 500 dolaran.

Diyana Ebdulrehman Hisên, xwendekara Zankoya Selahedînê ye, beşa Fîzyaya Peywendiyan dixwîne û li Kampa Kewrgoskê dijî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst