Li kolanên Amedê rengê hilbijartina 14ê Gulanê ya Parlamentoya Tirkiyê serdest e

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Çepên Kesk a Amedê dibêje ew ê di vê hilbijartinê de li Amedê ji 12 parlamenteran 11 parlamenter bi dest bixin. Ji ber ku dengên AK Partiyê heliyane. AK Partî jî dibêje ji ber ku beşek ji berbijêrên Partiya Çepên Kesk ne Amedî ne, xelkê Amedê dê dengê xwe nede wan û dê ew van dengan bi dest bixin û hejmara parlamenterên xwe ji 2an derxin 6an.

Li kuçe û kolanên Amedê rengê hilbijartina 14ê Gulanê ya Parlamentoya Tirkiyeyê serdest e. Li her derê flamayên partiyan hatine daliqandin û her partî dixwaze serdestiya xwe ya li kolanê nîşan bide.

Li Amedê hejmara dengdêran nêzî milyonek û 200 hezar kes e. Hejmara parlamenteran îsal li Amedê ji 11an îsal derket 12an. Di hilbijartina berê de HDPê 9 û AK Partiyê jî 2 parlamenter derxistibûn. Li Amedê hilbijartin di navbera partiya desthilatê AK Partî û partiya Çepên Kesk de derbas dibe. Li gorî rêveberên AK Partiyê rapirsî xelet in û ew ê îcar ew ê 6 kursiyan bi dest bixin.

Rêveberê AK Partiya Amedê Fatîh Kayhan anî ziman, “Berbijêrên me hemû miletê Diyarbekirê ne. Ew Partiya Çepên Kesk berbijêrên wê miletê Diyarbekir jî nas nakin. Ne ew milet nas dikin û ne jî milet wan nas dike. Bi rastî ez dibêjim milet zêdetir dê xwe bide aliyê AK Partiyê.”

Li gorî HDPyiyan ango Partiya Çepên Kesk jî dengên AK Partiyê li her derê kêm bûye û li Amedê ew ê ji 12 parlamenteran 11 parlamenteran bi dest bixin.

Parlamenterê HDPê Îmam Taşçier got, “Ez wisa bawer im HDP dê herî kêm 11 parlamenteran bistîne. Dibe ku tevan jî bistîne. Dengê AKPê bi temamî dihele. Li temamê Tirkiyeyê dihele. Wexta ku tiştek dihele tev bi hev re dihele.”

Partiya Komarî ya Gel CHP jî dixwaze li Amedê piştî 30 salan parlamenterek bi dest bixe. ÎYÎ Partî jî bi riya malbata Ensarîogullari dixwaze parlamenterek derxe. Li gorî hisabên arîtmetîk rêjeya dengên van herdu partiyan dê bandoreke rasterast li ser hejmara kursiyên Partiya Çepên Kesk û AK Partiyê bike.