Peyama Nêçîrvan Barzanî bo Roja Rojnamevanên Kurd: Peyv berpirsiyarî ye

22-04-2023
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Roja Rojnamevanên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî ragihand ku azadiya rojnamevaniyê bingeha sereke ya her civakeke zindî û pêşketî ye, ji bo pêşvebirina demokrasî, azadî û parastina mafên mirovan şert e û ji ber vê yekê divê were parastin.

Îro, 22.04.2023, hevdem li gel derketina yekemîn hejmara Rojnameya Kurdistanê ku 125 sal di ser wê rojê re derbas bûn, 25 sal jî di ser damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê re derbas dibin.

22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî ye, ji ber ku “Rojnameya Kurdistan” rojek wekî îro dest bi weşanê kir. 125 sal berê ango di sala 1898an de Miqdad Mîthad Bedirxan cara yekemîn li Paytexta Misir bajarê Qahîreyê rojnameyeke Kurdî ya bi navê “Kurdistan” derxist.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 125 saliya roja rojnamevaniya Kurdî û 25 saliya damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê pîrozbahî li rojnamevanan kir û got  “Silav li bîranîn û giyanê Miqdad Mîthad Bedirxan ê pêşeng ku yekemîn rojname (Kurdistanê) çap û belav kiriye.”

Serokê Herêma Kurdistanê got “Bi vê minasebetê ez piştgiriya xwe ya tevahî ji bo rojnamegeran, azadiya çapemeniyê, derbirînê û azadiya pênûs û nivîsandinê dubare dikim.”

Herwiha Nêçîrvan Barzanî dibêje "Azadiya çapemeniyê prensîbeke bingehîn a her civakeke pêşketî ye, ji bo pêşxistina demokrasî, azadî û parastina mafên mirovan şert e, lewma divê were parastin."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bang li rojnamevanên Herêma Kurdistanê dike kir û dibêje "Peyv berpirsiyarî ye",  ji ber vê yekê ew ji wan daxwaz dike ku "bi bawerî û berpirsiyariya herî mezin bi peyvan re mijûl bibin û nûçe û bûyeran bi serbestî, profesyonelî û rast ragihînin.”

Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji rojnamevanan kir ku “erkên xwe bi rêk û pêk û di çarçoveya exlaqê rojnamevanî de bi cih bînin, ji bo bikarin rola xwe di naskirina xeletî û kêmasiyan de û rastkirina wan de bi awayekî dirust bilîzin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst