Lêgerîna zêr bi siyanurê dibe sedema koçberbûna xelkê

22-04-2022
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Lêgerîna Zêr Siyanur Sêwas
A+ A-

Sêwas (Rûdaw) - Di van salên dawî li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê kumpanyayên taybet bi maddeya siyanure li zêran digerin. Ev jî dibe sedem ku av û zeviyên xelkê zererê bibînin. Ji ber lêgerîna zêran bi maddeya siyanure beşek xelkê Bakurê Kurdistané necar dibin ku gundên xwe vala bikin.

Li navçeya Qenxal a Sêwasê gundê Porgozê, heta sê sal beriya niha jî li vî gundî 100 heta 120 kesan Jiyan dikir. Lê niha piraniya wan danemir tenê 18 kes lê mane. Sedema valakirna gund kanzaya zêrî ye. Kompaniyek taybet li dewrûberê gund bi maddeya siyanure li zêran digere, ew jî dibe sedem ku avên gund paqij neminin û zevî û parêz nehên çandin û xelk bêkar bimine.

Xanenişîn Mehmet Alî Yeşîldogan dibêje “Li gundên me kanza vekirin. Em nikarin li wir kar bikin. Ava me girtin. Cihê hun dibinin hemû zevî bûn. Hemû li me girtin. ava me hate birîn. Ji derve merivên xwe tînin ew kar dikin. Li wan gundan hemû 10 kes jî ne girtine kar. Hemû karmendan ji derve anîn. Me sê cara doz vekir. Dadgehê karê wan rawestand lê wan careke din belge amade kirin û vegeryane ser karê xwe.”

Xelkê vê deverê naxwazin çi kes li gundên wan bi siyanure li du zêran bigere. Muxtarê gund naxwaze li ser nerazîbûna xelkê ji kamereya me re biaxve lê dibêje hun dikarin bêjin “ muxtar jî aciz e lê ew necare bo debara xwe li vê kanzayê kar bike”. Li gund cend kesên mayî ji rewsê dilgiran in.

Xanenişîn Azîz Polat got “Darên me zeviyên me hemû hişk bûn. Berê ava me aş digêra çend aş hene lê di bin de av tine. Ma karekî baş nekirine, na xirabtirîn kar kirine. Lê di nava me de jî kesên ku pişta wan digirin hene.”

Xanenişîn Alî Koçkaya diyar kir “Madeyekî sor weke toz anîn li axa me kirin. Êdî li zeviyên me tiştek şîn nabe. Em li gundekî dijîn lê em necar mane ku şir û mast jî ji derve bi pere bikirin.

Li navçeya Qenxalê bi giştî 61 gund hene ji wan 55 gund yên Kurdên Elewî Qizilbaş in. Li 6 gundan jî Kurd û Tirk bi hevre dijîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst