Mezlûm Kobanî di derbarê êrişên Tirkiyê de daxuyanî da

23-04-2022
RÛDAW
Nîşan Mezlûm Kobanî HSD Êrişên Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî di derbarê êrişên firokeyên bêfirokvan ên Tirkiyê de got “Tirkiye binpêkirina peymanên navneteweyî yên bi welatên garantor re li dijî herêmên me zêde dike.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî li ser hesabê xwe yê Twitterê di derbarê êrişên firokeyên bêfirokvan ên Tirkiyê de daxuyaniyek da.

Mezlûm Kobanî di daxuyaniya xwe de dibêjê “Tirkiye binpêkirina peymanên navneteweyî yên bi welatên garantor re li dijî herêmên me zêde dike. Armanckirina Kobanî, topbarankirina sivîlên bêguneh, kuştina kesayetiyên îdarî bi firokeyên bêfirokevan provokasyon in ku ewlehî û aramiyê dixe metirsiyê û operasyonên li dijî DAIŞê asteng dike.”

Di êrişên Tirkiyê de 3 endamên YPJ jiyana xwe ji dest dan

Di 20ê Nîsanê de firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê li ser rêya navbera gundên Îdîq û Textikê ya gundewarê Kobaniyê otomobîlek kiribû armanc û di encamê de yek jê fermandar 3 endamên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jiyana xwe ji dest dabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst