Fuat Onen: Hin partiyên Kurdistanî rewatiyê didin nîzama dagirker

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Desteya Rêveber a AK Partiyê Abdurrahman Kurt, li Amedê li gel hejmareke serok û nûnerên partiyên Bakurê Kurdistanê civiyabû. Siyasetmedar Fuat Onen di derbarê civînê de rexne li partiyên ku beşdarî civînê bûn kir û got “Ew ên ku helw didin ji ser partiyên siyasî yên Tirkiyê re rewatiyê wergirin, ew bi xwe rewatiyê didin partiyên dagirker û rewatiyê didin nîzama dagirker û helwesta hin partiyên Kurdistanî dûrî exlaqê ye.”

Siyasetvan û Şîrovekarê Siyasî Fuat Onen diyar kir ku partiyên siyasî yên Kurdan hewl didin ku rewatiya xwe ji nîzamê û partiyên siyasî yên Tirkiyê bigrin û wek partiyên normal bên qebûlkirin.

Herwiha Onen ragihand ku helwesta hin Partiyên Kurdan dûrî nirxê têkoşîna rizgariyê ye, partiyên Kurdan rewatiya xwe ji doza xwe û ji milletê xwe werdigrin.

Siyasetvan û Şîrovekarê Siyasî Fuat Onen beşdarî bultana Rûdawê ya taybet bo Bakur bû û civîna serok û nûnerên partiyên Bakurê Kurdistanê ya bi Endamê Desteya Rêveber a AK Partiyê  Abdurrehman Kurt re nirxand.

Siyasetvan û Şîrovekarê Siyasî Fuat Onen got, “Ew ên ku hewl didin ser partiyên siyasî yên Tirkiyê re meşrûiyetê wergirin, ew bi xwe meşrûiyetê didin partiyên dagirker, meşrûiyetê didin nîzama dagirker, ev jî ji bo siyaseta Kurdistanî xetereke mezin e. Dewleta Tirkiyê îro li sê parçeyên Kurdistanê şerekî tund û dagirkerane dimeşîne, aliyên ku xwe wek partiyên Kurdistanî pênase dikin diçin bi nûnerê Erdogan re rûdinin. Diviya di vê civînê de bertekek nîşanî vê dewletê û karûbarên wan ên dagirker bidana.”

Fuat Onen destnîşan kir ku divê partiyên Kurdî rewatiya xwe ji gelê xwe werbigirin.

Fuat Onen li ser pirsa nîşandana bertekê anî ziman, “Heger bertek nîşan dabûna dê derketina sehayê û bigotana me ji Abdurrehman Kurt re gotiye ku tu nûnerê dewleteke dagirker î, li sê parçeyên Kurdistanê şerekî tund û dagirkerane dimeşînî, em ê bi we re çi tiştê demokratîk guftûgo bikin.”

Fuat Onen li ser civîna partiyên Kurdistanî û Abdurrahman Kurt her wiha got, “Ev ne helwesteke Kurdistanî û siyasî ye û dûrî nirxê exlaqî ye.”

Fuat Onen her wiha diyar kir ku, “Dewleta Tirkiyê siyaseteke dagirkerane û cenosîdkar dimeşîne, em aliyên Kurdî xwedî dozeke rewa ne, tiştekî ku em ji miletê xwe veşêrin tune ye û partiyên siyasî yên Kurdan divê bi tu awayî, bi tu aliyên dagirker re hevdîtinên veşartî nekin

Li gorî zaniyariyên ku Rûdawê ji çavkaniyên nava civînê bidest xistine, Endamê Desteya Rêveber a AK Partiyê  Abdurrehman Kurt li ser navê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Çarşemê êvarê saet 21:00an piştî fitarê li Ameda Bakurê Kurdistanê ligel Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê PAKê Mustafa Ozçelîk û cîgirê wî, Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê PSKê Mesut Tek û cîgirê wî, Serokê Hereketa AZADÎ Metîn Pîranî, Cîgirê serokê HAK-PARê Abdullah Çelebî û Endamê Meclisa Hak-Parê Paşa Akdogan, nûnerên Tevgera Demokratên Kurdistanê û nûnerekî Hez-Kurdê civiya ye û behsa rewşa siyasî a Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê û astengên li ber kar û xebata partiyên siyasî kirine.

Çavkaniyeke ku beşdarî civînê bûye ji Rûdawê re diyar kir ku bi giştî pêvajoya siyasî li Bakurê Kurdistanê û pirsgirêkên li pêşiya partiyên siyasî, helwesta desthilatê û operasyonên artêşa tirkiyê hatine behskirin.

Li gorî zanyariyan wê berdewamiya van hevdîtinan hebe û piştî meha Remezanê wê ev alî careke din bicivin.

Abdurrahman Kurt jî diyar kiriye ku ji ber hebûna MHPê û hinek aliyên tûndrew ên di nava partiya wan de ew jî nikarin gavên pêwîst bavêjin, lê amadekariyên pêvajoyeke nû jî hene.