Stephen Hickey: Brîtanya û Hevpeymanî piştgirî didin Herêma Kurdistanê

22-04-2021
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Brîtanya Mesrûr Barzanî Stephen Hickey
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hickey kir û herdu aliyan tekezî li ser cîbicîkirina qanûna budceya 2021 û şandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve kirin.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, “Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê, êrîşên van demên dawî yên ser Hewlêrê bi tundî şermezar kir û piştgiriya Hevpeymanan bo Herêma Kurdistanê dubare kir û ragihand ku ligel hikûmeta Iraqê di pêwendiyê de ne, da ku sînorek ji bo wan êrîşan were danîn û dawî lê bê.”

Di hevdîtinê de, Mesrûr Barzanî û Stephen Hickey tekezî li ser girîngiya cîbicîkirina qanûna budceyê û şandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta federalî ve kirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Balyozê Brîtanyayê pesnê reformên Herêma Kurdistanê da, bi taybetî reformên Wezareta Pêşmerge û amadebûna welatê xwe ji bo piştevanîkirina Hikûmeta Herêmê nîşan da.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di vê hevdîtinê de spasiya piştgiriya helwesta Brîtanyayê û Hevpeymanan kir û daxwaz kir ku hikûmeta federalî ya Iraqê, pabendbûnên xwe yên li hember Herêma Kurdistanê bi taybetî bi qanûna budceya giştî, pêk bîne û pişka Herêmê ji budceyê, di demeke nêz de bişîne.

Li gor daxuyaniyê, hilbijartinên bê yên Iraqê û asayîkirina rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, beşeke din a gotûbêjên civîna navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst