Li Qamişlo şerê kolan bi kolan destpê kir

Hewlêr (Rûdaw) -  Li Taxa Teyî ya bajarê Qamişlo şer û pevçûn di navbera hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser û milîsên hikûmeta Sûriyê de careke din bi şev destpê kir.

Herdu alî cih û xalên leşkerî yên hev didin ber gulleyan û dengê çekan bi berfirehî li bajêr tê bihîstin. Li gor zanyariyan, şer li du nuqteyan li taxa Teyî destpê kiriye.

Pevçûnên îşev piştî vê yekê destpê kirin, ku milîsên ser bi hikûemta Sûriyê ve xalên hêzên Asayişê yên li derdora taxa Teyî û dibistana Hilko ya başûrê Qamişlo kirin armanc.

Li gor agahiyan, hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser ji nuqteya herî dawî ya ku li taxa Teyî kontrol kiribûn dest bi pêşveçûnê kirine.

Medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser ji çavkaniyên leşkerî ve veguhastiye, ku hêzên Asayişê li taxa Teyî 2 milîsên Berevaniya Niştimanî yên ser bi hikûmeta Sûriyê ve girtine ku hewl dane xwe di jêrzemînekê de veşêrin.