Daxwaza herêmkirina Silêmanî û Helebcê bi fermî hat pêşkêşkirin

22-04-2021
RÛDAW
Nîşan Silêmanî Helebce YNK Bexda Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komisyonê daxwaza herêmkirina Silêmanî û Helebce pêşkêşî  Encûmena Wezîran a Iraqê kir.

Çavkaniyeke berpirs ji Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand, daxwaza ragihandina herêmeke nû li herdû parêzgehên Silêmanî û Helebce, bi fermî pêşkêşî komisyona hilbijartinan hat kirin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan jî ew daxwaz ji Sekreteriya Encûmena Wezîran ya Iraqê re şandiye da ku biryarê li ser bide.

Nivîsa komîsyonê bi navnîşana Herêma Silêmanî roja 13/04/2021 derketiye û îmzeya Serokê Komisyonê Celîl Ednan Xelef li ser e.

Di nivîsê de weke amaje bi nivîseke Dezgeha Hamorabî ya karê parêzerî û şêwirên yasayî, derbarê herêmkirina herdû parêzgehên Silêmanî û Helebce û îdareyên ser bi wê parêzgehê ve, Silêmanî paytexta wê Herêmê hatiye diyarkirin û hatiye gotin, vê nivîsê ji we re dişînin da ku biryarê li ser bidin.

Ev yek di demekê de ye ku berî niha Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Seîdî Ehmed Pîre ji Rûdawê re ragihandibû, projeya herêmkirina Silpmaniyê peywendî bi YNKê nîne û tiştek wiha ne di rojeva wan de ye û kesê behs li ser nekiriye.

Roja 01/02/2021, rojnameya Sebah a fermî ya Iraqê têkildarî vê mijarê bi manşeta “Silêmaniyê ji bo çareserkirina pirsgirêka darayî, rasterast miamele li gel Bexdayê dike” belav kiribû.

Derbarê mijara herêmkirina Silêmaniyê û manşeta wê rojnameyê, rojnamevan û nivîskar Arif Qurbanî di dema beşdariya xwe di bernameya Giftugoya Rojnamenûsî ya Radyoya Rûdawê de ragihand, “Zêdetirî 5-6 meh e ji aliyê yek ji Hevserokên YNKê ve bi fermî ew hişyarî daye Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku eger li gel Bexdayê rêk nekeve yan krîza darayî çareser neke, em dê neçar bibin pena bibin bo Bexda bo ku li gel wan rêk bikevin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst