HDP: Rojnameya Kurdistanê dergeheke nû li Kurdan vekir

22-04-2021
RÛDAW
Nîşan Roja Rojnamevaniya Kurd Rojnameya Kurdistanê HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  bi boneya 22ê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî peyamek a pîrozkirine belav kir û tê de dibêje: “Li ser şopa heqîqetê 123 sal; Rojnamegeriya Kurdî têkoşîna xwe ya li pey heqîqetê bi serfirazî didomîne.” HDP herwiha dibêje: “Rojnameya Kurdistanê dergeheke nû li qonaxa modern a Kurdan vekir û ji bo gelek rêxistin, sazî û dezgehan bû îlhameke mezin.”

HDPê bi helkefta pîrozkirina 123yemîn salvegera Rojanameya Kurdistanê peyamek belav kir.

Di peyama xwe de HDPê bi bîr xist ku Di 22yê Nîsana 1898an de Mîqdat Mîdhed Bedirxan li Qahîreyê, di nav şertên mişextiyê de, rojnameyeke bi navê Kurdistanê derxist û mohra xwe li dîroka çapemenî û rewşenbiriya Kurdî ya sedsala 20an xistiye û dibêje:

“Pênc hejmarên pêşîn ên rojnameyê di şert û mercên dijwar de li Qahîreya paytexta Misrê hatin derxistin, lê piştî zext û zordariyên Dewleta Osmaniyan hêjmarên wê yên 6-31an ji aliyê Ebdurrehman Bedirxan ve li Swîsreyê û Inglistanê hatin derxistin. Di rojnameyê de piştî demekê nivîs û nûçeyên bi Tirkî yên zêdetir behsa despotiya Siltan Abdulhemîd dikir jî hatin weşandin. Bêguman ev rojname di hişyarbûna neteweyî ya Kurdan de bandoreke mezin li rewşenbîriya Kurdî û tevgerên Kurdan kiriye. Herwiha Rojnameya Kurdistanê dergeheke nû li qonaxa modern a Kurdan vekir û ji bo gelek rêxistin, sazî û dezgehan bû îlhameke mezin. 22’yê Nîsanê û Rojnameya Kurdistanê ji ber vê karekterê xwe yê dîrokî û damezirîner, ji sala 1973’yan heta niha wek Roja Rojnamegerên Kurd tê qebûlkirin û pîrozkirin. Ev 123 sal in bi hezaran rojnamegerên Kurd di riya ku Mîqdat Mîdhed û Ebdurrehman Bedirxan vekirine de bi biryar dimeşin û vê mîrateya wan, ligel hemû zext, zordarî û sansûrê roj bi roj bi pêş ve dibin.”

HDPê diyar kir ki si ser rêça Rojnameya Kurdistanê, heta îro bi hezaran kovar û rojnameyên Kurdî hatin derxistin û dibêje: “Gelek nivîskar û rewşenbîr di bin ronahiya vê tradîsyonê de, fikr û ramanên xwe bi gelê xwe re parve kirin. Ji Rojnameya Kurdistanê heta îro, rojnamegerî di heman demê de bûye xeteke têkoşîn û berxwedanê. Li dijî rûreşiya desthilatdarên faşîst, Rojnamegeriya Kurdî şopa li ser heqîqetê bi bawerî û dilsozî didomîne. Ji ber vê taybetmendiya xwe, îro karakterekî xweser ê Rojnamegeriya Kurdî çêbûye: ev karakter li ser welatparêzî, heqîqet û wêrekiyê berz û bilind dibe.”

HDP balê dikişîne ser zextên rojnamegeriya Kurdî û diyar dike: “Rojnamegerên Kurd wek doh îro jî berxwedana xwe didomînin; li dijî qedexe, sansûr, tirsandin û gefan rojnameger tu carî ji riya heqîqetê venegerin û têkoşîna xwe berdewam dikin. Rojnamegerên Kurd bi xebat û xîreta xwe nehiştin êriş, kuştin û zext bên veşartin, bi fedakarî xizmeta gelê xwe kirin. Lewre ew her dem bûn hedefa gefên desthilatdaran; hatin kuştin, girtin, sirgûnkirin. Bi taybetî, li Tirkiyeyê, di tarîtiya salên 90’an de gelek rojnamegerên Kurd rastî êrişan hatin, bi dehan rojnemegerên Kurd hatin qetilkirin û girtin. Xwestin ku bawerî û vîna rojnamegerên Kurd bişikînin û wan ji şopa heqîqetê vegerînin, lê wan tu carî serî netewand û çok venedan.

Dîroka çapemeniya Kurdî, her wekî din dîroka rewşenbîrî û berxwedana gelê Kurd e jî. Ev berxwedan ji serê sedsalê heta salên 90an, ji 90an heta 2021an didome. Di 20 salên AKPê de jî rojnamegeriya Kurdî her tim rastî astengkirin, sansûr û êrişan hat. Bi taybetî piştî 2016an bi îlankirina OHALê û bi KHKyan, AKP-MHPê hemû saziyên çapemeniya azad girtin. Dijminahiyeke mezin li hemberî çapemeniya Kurdî û zimanê Kurdî hat meşandin. Xwestin ku di serî de gelê Kurd û hemû gelên Tirkiyeyê bi derew û reşkirin û xapandinê bifetisînin, lê rojnamegerên Kurd, li her derê sînorên vê faşîzmê nas nekirin û îro jî bi serfirazî têkoşîna xwe didomînin.”

Di peyama xwe pîrozbahiyê de HDP herwiha dibêje: “22yê Nîsanê, Roja Rojnamegeriya Kurdî di serî de li danerê çapemeniya Kurdî Mîqdat Mîdhed Bedirxan û hemû kedkarên çapemeniya Kurdî pîroz be. Di vê rojê de em di serî de Apê Mûsa, Hafiz Akdemîr Huseyîn Denîz û hemû şehîdên çapemeniya Kurdî bi rêzdarî bi bîr tînin û li ber bîreweriya wan û mîrateya wan a berxwedanê bejna xwe ditewînin.”


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst