Li Semsûrê gundek û hejmareke mezra hatin kerentînekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Semsûra Bakurê Kurdistanê, Gundê Polikan û tevahiya mezrayên ku ser bi navçeya Sincikê ve ye, di çarçoveya tedbîrên rûbirûbûna koronayê de hatin kerentînekirin.

Gundê Polikan ku mezintirîn gundê ser bi navçeya Sincikê ve ye, ji ber metirsiya belavbûna koronayê bi biryara Lijneya Giştî ya Tendirustiyê li Navçeyê hildan bin kerentînê.

Di daxuyaniya qaymeqamtiyê de hat ragihandin ku Lijneya Giştî ya Tendirustiyê li Navçeyê ji bo pêşîlêgirtina belavbûna şewba Covid-19ê, welatî ji vîrusê bên parastin biryar da ku li gundê Polikan û tevahiya mezrayên proseya kerentînê  bê cîbicîkirin.

Hat diyarkirin ku heta biryareke duyemîn ketin û derketina ji gund û li gund derbasbûnên nav malan hatiye qedexekirin.

Pêştir herdu gundên bi navê Kunidanim û Çatê yên navçeyê ji aliyş Lijneya Giştî ya Tendirustiyê li Navçeyê hildabûn kerentînê û herwiha jineke 92 salî bi navê Ayşe Yilmaz li wê navçeyê ji ber koronayê canê xwe ji dest dabû.