Encûmena Wezîran derbarê mizgeftan de biryar da

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku di meha Remezanê de jî mizgeft, kilîse û cihên din ên îbadetê, girtî bimînin.

Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro, 22.04.2020, bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi rêya vîdeokonferansê civînek encam da.

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, bi boneya hatina meha Remezanê pîrozbahî li misilmanên Kurdistanê kir û ragihand, biryar hatiye dayîn ji bo parastina canê hemwelatiyan mizgeft, kilîse û cihên din ên îbadetê, bi hevşeyê navendên xwendinê, girtî bimînin û got, “Em spasiya mamosteyên ayînî dikin bo pabendbûna wan.”

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku guftugoyên li gel hikûmeta federalî ya Iraqê derbarê şandina beşa mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê weke mehên berê, berdewam dike.

Derbarê derengketina mûçeyên fermanberên Kurdistanê de jî hat tekez kirin, daketina nirxê petrolê û rêkarên xweparastina ji vîrusa koronayê bûne sedem ku mûçe bi derengî bikevin û hat diyarkirin, “Em dê berdewam bin li ser hewldanên dabînkirina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê”

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, Encûmena Wezîran daxwaz ji hikûmeta federalî ya Iraqê dike, “pabendbûna xwe li hember Herêmê û mafên destûrî cîbicî bike û li hember jî Herêma Kurdistanê amade ye, pabendûnên xwe yên destûrî, li hember hikûmeta federalî bicih bîne.”

Herwiha di civînê de, Mesrûr Barzanî li ser navê Encûmena Wezîran, spasiya xweragirî û pabendbûna xelkê Herêma Kurdistanê kir bi rêkarên xweparastinê û rênimayiyên tendirustiyê ku xweşbextane kontrolkirina wê vîrusê qonaxa gelek baş û pêşkevtî biriye û ezmûna Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna vîrusê de, yek ji serkevtîtirîn nimûneyên xweparêziyê tê dîtin li cîhanê. Lê hatiye diyarkirin ku metirsiya koronayê bi dawî nebûye daxwaz ji xelkê Kurdstanê hat kirin berdewam in bi pabendbûnê.