Ji ber sag xal û kurxaletê xwe kuşt

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Gurgumê (Meraş) ya Bakurê Kurdistanê kesekî ji ber sag zerar daye otomobîla wî xal û kurxaletê xwe kuşt.

Bûyer duh Duşemê 21ê Nîsanê 2020an li Taxa Onikişubat Maksutlu ya Gurgumê qewimî. Li gor agahiyên berdest Emrah A. yê 30 salî, ji ber sag ligel Xalê xwe Ali Ekşî yê 46 salî kurxaletê xwe Fatih Ekşî yê 32 ket nîqaşe.

Piştî demekê nîqaş mezin bû û vegeriya şer û Emrah A bi çekê êrişî xal û kurxaletê xwe kir.

Ali Ekşî û Fatih Ekşî li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan û Emrah A. jî ji cihê bûyerê reviya.

Ji bo desteserkirina Emrah A xebat hatine destpêkirin û hêzên ewlekariya niha li her derê li wî digerin.