Li Şirnexê banê xaniyekî herifî

22-04-2019
RÛDAW
Nîşan Şirnex Gundikê Melî Mesut Şenses
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajorkê Gundikê Melî ser bi bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê, ji ber barana zêde banê xaniyekî herifî. Di bûyerê de kes birîndar nebû lê zerareke zêde gehişte malê.

 

Li bajarokê Gundikê Melî yê Şirnexê baranê bandoreke nerênî li jiyana rojane ya welatiyan kir.

 

Mesut Şenses, hevjîna Asya Şenses û 3 zarokên xwe li ser sifreya şîvê kom bûn, lê di vê navberê de deng ji ser ban hat ku gelek av li ser kom bûbû.

 

Mesut, hevjîn û hersê zarokên xwe derketin derve û ban ket xwarê. Malbata ku ti cihekî wan nebû biçinê, neçar man wê şevê di xaniyekî bê ban de derbas bikin.

 

Mesut Şenses, daxwaz ji aliyên peywendîdar kirk u hevkariya wan bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst