Elî Bapîr: Binerin referandûma seqet çi zerer da me

Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr di dema propagandaya hilbijartinê ya partiya xwe de referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê wek hewldaneke “seqet” binav kir.

 

Komela Îslamî ya Kurdistanê li Hewlêrê dest bi bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê kir û bi fermî lîste û namzedên xwe da nasîn.

 

Sekreterê Komela Îslamî Elî Bapîr di dema nasandina namzedên partiya xwe de axivî û derbarê referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlona 2017ê ya Başûrê Kurdistanê de got: “Temaşe bikin wê referandûma seqet çi ziyan gihande me. Çi encamên xirab derxistin. Wate li vir û Bexda tu tiştên ji hev cûda nînin. Eger em li vir hazir û amade bin dikarin li Bexdayê roleke baş bilîzin û mafên xwe misoger bikin.”

 

Ev di demekê de ye Elî Bapîr di 25ê Îlonê de beşdarî giştpirsiyê bû dengê xwe bikar anî herwiha daxwaz ji xelkê kir da ku bi coş û xiroş berşdarî referandûmê bibin.

 

Elî Bapîr wê rojê ji bo referandûmê gotibû: “Îro ji bo netewa Kurd rojeke dîrokî ye ji bo daxwaza mafên xwe yên sirûştî bike û bibe xwediyê îradeya xwe. Bibe xwediyê welat û nîtîmanê xwe û bi azadî û serbestî bijî. Divê hemû alî bi coş û xiroş herin ser sindoqan.”

 

Ji bo proseya hilbijartinên xula çaremîn a parlamentoya Yekgirtûya Îslamî û Tevgera Îslamî hewla pêkanîna lîsteyeke îslamî dan lê Komela Îslamî beşdarî lîsteyê nebû.

 

Berpirsê bazineya bangaşeya hilbijartinan li Hewlêr û Duhokê ya Komela Îslamî Ebdulsetar Mecîd ji Rûdawê re ragihand: “Derbarê beşdarnebûna me ya nav bereya Îslamî de gelek sedem hene. Me berê jî behsa van kiribû û pêwîst nake em bêjin ka kêmîsî yê kî ye.”

 

Komela Îslamî ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê 24 namzed diyar kirine. Ji wan 20 namzed li Herêma Kurdistanê ne.

 

Berbijêrê Komela Îslamî Selîm Şûşkeyî ji Rûdawê re got: “Guman nîne ku dirûşmên me di Destûra Iraqê de cîh digrin. Di destêrê de par û beşa Herêma Kurdistanê heye. Hemû dirûşmên me di çarçoveya Destûra Iraqê de ne. Lewma gihiştina armanc ne pir zehmet e.”

 

Di hilbijartinûn 2014ê de Komela Îslamî 3 kursî bidest xistibûn. 2 ji wan li Hewlêrê û yek jî li Silêmaniyê bû. Komel dixwaze vê carê herî kêm 4 kursiyan bdiest bixe.