Rojane 3 kes ji ber qezayên trafîkê dimirin

22-04-2017
RÛDAW
Nîşan Qeza trafîk Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Başûrê Kurdistanê ji ber qezayên trafîkê rojane 3 kes jiyana xwe ji dest didin û 28 kes jî birîndar dibin.

 

Li gor amarên Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê, ji ber bûyerên trafîkê rojane 3 kes jiyana xwe ji dest didin û 28 kes jî birîndar dibin.

 

Berdevkê Wezareta Tendirustiyê Dr. Xalis Qadir ji Rûdawê re ragihand, li Herêma Kurdistanê salane ji 8 heta 10 hezar kes ji ber bûyerên trafîkê jiyana xwe ji dest didin û got: “Li gor amaran, her rojek 3 kes li Herêma Kurdistanê ji ber qezayên trafîkê dimirin.”

 

Dr. Xalis Qadir destnîşan kir, herwiha ji ber qezayan rojane 28 kes jî birîndar dibin û got: “Piraniya wan birîndaran jî, mixabin beşek ji laşê xwe winda dikin û kêmendam dibin.”

 

Berpirs û rayedarên trafîka Herêma Kurdistanê jî dibêjin, sedemên sereke yên karesatên trafîkê ew e ku hin ajovan li gor rêbazên trafîkê wesayîtên xwe najon.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst