KARESAT - Katrîn û Elmas ji DAIŞê rizgar bûn lê bi ser bombeyê de çûn

22-04-2016
RÛDAW
Du keçên Kurdên Êzidî Katrîn û Elmas
Du keçên Kurdên Êzidî Katrîn û Elmas
Nîşan Katrîn Elmas Kurd Êzidî DAIŞ Bombe
A+ A-

Dihok (Rûdaw) – 2 keçên Kurdên Êzidî di rêya rizgarkirina xwe ji destê çekdarên DAIŞê de bombek bi wan ve diteqe û jiyana xwe ji dest dan.

 

Du keçên Kurdên Êzidî ku di dema êrişên DAIŞê bo ser deverên Kurdistanî yên li parêzgeha Mûsilê de ketibûn destê çekdarên wê rêxistinê, hewla rizgarkirina xwe didin û ji destê çekdarên DAIŞê direvin.

 

Li gor zanyariyan, navê wan du keçan Katrîn û Elmas e û her du keç ku di destê DAIŞê de êxsîr bûne, hewla rizgarkirina xwe dane û ji destê çekdarên direvin.

 

Katrîn û Elmas dikarin xwe derbas dikin û kêmek dimîne ku bi yekcarî ji destê DAIŞê qutar bibin, ku bombek di rê de bi wan ve diteqe û her du bi hev re di cih de jiyana xwe ji dest didin.

 

Her du keçên Kurd her weke sedan Kurdên Êzidî yên din zêdetirî 2 salan di destê çekdarên DAIŞê de êxsîr bûn û kesûkar û malbatên wan li benda vegera wan bûn.

 

Kesûkarên her du keçên cangorî ên Kurdên Êzidî merasîma taziyê ji keçên xwe re danîne, lê belê heya niha cenazeyên wan neketine destê wan.

 

Di dema êrişên DAIŞê bo ser deverên Kurdistanî de û bi taybet bo ser navçeya Şingalê û deverên din ên ku Kurdên Êzidî lê dijîn, bi hezaran welatiyên sivîl ên Kurd ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin komkujkirin û bi hezaran keç û jinên Kurdên Êzidî jî bi êxsîrî ketine destê DAIŞê.

 

Hewldanên bo rizgarkirina wan keç û jinên Kurdên Êzidî her berdewam in û heya niha nêzîkî 2 hezar û 500 kesên êxsîr ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, lê belê çarenivîsa 2 hezar kesên din hêj nayê zanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst