Hikûmeta Sûriyeyê: Şerê Qamişlo bi yekcarî rawestiya!

22-04-2016
RÛDAW
Nîşan Rojava Kurdistam Mihemed Faris
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Serokê Hêza Bergiriya Niştimaniya Sûriyê Mihemed Faris ragihand ku şer li Qamişlo bi yekcarî rawestiyaye

 

 

Îro bi boneya rawestandina şerê navbera YPG û hikûmeta Sûriyeyê li bajarê Qamişlo civînek bi serpereştiya Rûsyayê hate lidarxistin ku şandeya YPG, Îran û Suriyeyê beşdar bûn.

 

 

Serokê Hêza Bergiriya Niştimaniya Sûriyê li Qamişlo Mihemed Faris ji Rûdawê rê axifî û got, “Civînek di navbera Hikûmeta Sûriyê û PYDê de li Balafirgeha Qamişlo çêbû û li ser agirbestê lihev kirin.”

 

 

Faris da xuyakirin hikûmeta Sûriyeyê bi nameyekê ji Şamê hatibû Qamişlo û wiha got:


“Hikûmeta Sûriyeyê naxwaze ti şer li Qamişlo derkeve. Niha şerê sereke yê li dijî DAIŞê ye. Kurd beşeke nequtkirî ye ji gelê Sûriyeyê. Ew agirbest navbeynkariya rûspiyan biser ketiye ku bi yekcarî şer rawestandiye..”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst