Rûdaw Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz dike

22-04-2015
RÛDAW
A+ A-

Bi helkefta 117 salvegera destpêkirina karwanê rojnamevanî kurdî, pîrozbahiyê li hemû karmendên Tora Medyayî ya Rûdawê û hemû rojnamevanên kurd dikin. Ev roj li cem me rojeke geş û dîrokî ye di dîroka neteweya kurd e.

117 salên borî, pir derd û xem bûn, karê bi nihênî û dijwar bo berdewamî û pêşvebirina karê medyayî û azadiya derbirînê li hemû parçeyên Kurdistanê û derve de.

Lewma jî di vê rojê de, em rêz û hurmetê ji şehîdên karwana rojnamevaniya kurdî û keda hemû rojnamevanên kurd re digirin, ku di saya fedekarî û keda wan de, rewşenbîrî û zimanê kurdî, di pêşveçûneke berdewam de ye.

Tora Medyayî ya Rûdawê, wek mezintirîn dezgeh û tora medyayî li Kurdistanê, şanaziyê dike ku kariye roleke berçav bibîne di pêşxistina medyaya kurdî de û avakirina berfirehtirîn pêwendî ligel medyaya cîhanî de û bi vî awayî xizmeteke mezin pêşkêşî karwanê rojnamegeriya kurdî kiriye, ew karwanê ku bi destê Mîqdad Mîdhet Bedirxan beriya 117 salan bi rojnameya (Kurdistan) li derveyî Kurdistanê dest pê kiriye.

Tora Medyayî ya Rûdawê

22ê Nîsana 2015

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst