42% ji zarokên Bakurê Kurdistanê xizan in


Hewlêr (Rûdaw)- Di 20ê mijdara 1989an de komîteya giştî ya Neteweyên Yekbûyî, Peymana Mafên Zarokan îmze kir.

Peyman di 2yê Îlona 1990an de bi awayekî fermî ket piratîkê, ew peymana îro ji aliyê 193 welatan ve hatiye îmzekirin û qebûlkirin.

Tirkiyê di sala 1990an de peymana mafên zarokan qebûl kir û îmze kir û di sala 1995an de bi awayekî fermî di rojnameya fermî de ev peyman ragihand.

Roja 23yê nîsanê li Tirkiyê roja zarokan e û tevî ku Tirkiyê peymana mafên zarokan ku ji 51 xalî pêk tê di 1990 de îmze kiriye, lê heta niha Tirkiyê yek ji welatên herî zêde ku mafên zarokan têde tê binpêkirin.

Li gor raporta Rêxistina Mafên Mirovan li Tirkiyê (ÎHD), li tirkiyê zêdetirî 9 milyom zarok kar dikin û ji ber sedema rewşa aborî ya malbatê, nîzîkî 5 milyon zarok di nava xizaniyê de mezin dibin, lê asta herî bilind a xizaniyê li Bakurê Kurdistanê ye.

Li gorî lêkolîna rêxistina mafê mirovan, herêmên herî zêde zarok lê xizanin, herêmên Kurdan in, ji sedî 42 zarokên li Bakurê Kurdistanê jiyan dikin xizanin û nêzîkî milyon û nîvek zarok nikarin pêwîstiyên xwe yên tîmarbûn, cilûberg pêşwazî bikin.

Li Tirkiyeyê di şerê 30 salî de di navbera PKKê û artêşa Tirkiyê de, herî zêde zarokan para xwe jê girt, tenê ji dema ku Tirkiyê di nava 25 salên ku peymana neteweyên Yekbûyî îmze kiriye de, 569 zarok ji aliyê polîs, leşker, maşînên leşkeriyê û di encama pevçûnên şer de jiyana xwe ji dest dane û  bi sedan zarok jî di girtîgehê de ne, di 3 salên dawî de bi hezaran zarok hatin binçavkirin û zedetirî 300 zarokî hatin girtin, ji bilî ku bi dehan hezar zarok rastî tacîz, destdirêjî û tundiyê tên.

Di komkujiya Roboskiyê tenê de 19 zarok hatin kuştin û heta niha jî derbarê doza wan de ti encam nehatiye girtin û kesên berpirsyar jî nehatine darizandin.

Hewrwiha li gor lîkolînên baroyên jinan li Tirkiyê, heta niha ji sedî 28 ji jinên tên zewicandin, zarok in û ev rêjeya zêde dibe kêm nabe, tenê li nexewşxaneya Amedê ya Zayinê di sala borî de nêzîkî 2 hezar jin ên di bin 18 saliyê de bûne dayik û di salê de zêdetirî 500 jin li Amedê bi temenê zarokî tên zewicandin.