Li Çemçemalê 3 kes hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundekî bajarokê Çemçemalê yê Silêmaniyê du malbatan li ser erd û axa şer kir û 3 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.

Şer li gundê Qasim Begzadeyê yê nahiyeya Şorişê ya Çemçemalê rû daye.

Li gorî gotina Birêvebirê Nahiyeya Şorişê Hawta Ezîz, her du malbat pismamên hev in û "du ji kesên ku hatine kuştin bira ne."

Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, kesê kuştî û yê birîndar jî birayên hev in.

Kesên ku hatine kuştin, Hêmin Mihemed, Şoriş Mihemed û Salih Şerîf in.

Li gorî gotina malbata kesên kuştî ji berê ve pirsgirêkeke civakî ya her du malbat hebûye, pirsgirêkê hêdî hêdî serî hildaye û êvara îro li ser erd û axê gule li hev reşandine.

Dayîka yekî ji kuştiyan ji Rûdawê re got, kurê wê êvara îro çûye baxê xwe av bide û şîva êvarê li wir bixwe lê hatiye kuştin.

Her du malbatan pirsgirêka xwe xistiye destê yasayê û dixwazin lêkolîn li ser bûyerê bê kirin da ku were diyarkirin bê kîjan alî sedema destpêkirina pevçûnê ye.