RIHA - 4 kes ber avê ketin: Zarokekî 13 salî winda ye

22-03-2024
RÛDAW
Nîşan Serêkaniyê Çemê Circipê Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Mistefamîlîkê yê navçeya Serêkaniyê ya Rihayê 3 jin û zarokek ber avê çem ketin û zarokekî 13 salî winda ye.

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji şêniyên herêmê standine, dema 3 jinan û zarokekî dixwestin ji gundê Ebû Hemedê derbasî gundê Mistefamîlîkê bibin ava Çemê Circipê bilind bûye û ew li ber avê çûne.

Herwiha ew her 3 welatî demekê di çem de asê man û daxwaza alîkariyê kirine.

Herwiha bi alîkariya şêniyên her du gundan jinên bi navên Sadiye Kara (40), Emîne Kara (30) û Yasemîn Çalişkanê (18) hatine rizgarkirin.

Kesên ku hatin rizgarkirin ji bo nexweşxaneyên Qoser û Serêkaniyê hatine veguhestin.

Li gorî zanyariyan zarokê bi navê Davut Kara (13) ber ava çem ketiye û winda bûye.

Herwiha tîmên rizgarkirinê yên AFADê jî çûne cihê bûyerê û dest bi lêgerîna wî zarokî kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst