DIHOK - Çîroka 2 karkerên ku ber avê ketin: ‘Xweda bi te re be Mamo, em bi bin avê dikevin’

22-03-2024
RÛDAW
DIHOK - Çîroka 2 karkerên ku ber avê ketin
DIHOK - Çîroka 2 karkerên ku ber avê ketin
Nîşan Dihok Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çîroka wan her du karkerên di lehiya Dihokê de ber avê ketin derket holê.

Yek ji wan karkeran zavayê 7 mehî bûye û yê din jî beriya bi 8 mehan careke din zewicî ye.

Ew berî ku ber avê bikevin û lehî heta hetayî wan bide ber xwe, gotina dawî ya yek ji wan karkeran wisa bûye, “Xweda bi te re be Mamo, em bi bin avê dikevin.”

4 roj di ser lehiya Dihokê re derbas bû lê heta niha jî cenazeyê wan her du karkerên Ereb ên ku ber avê ketin nehatin dîtin.

Dîmenên rabûna lehiyê û xeniqîna 2 karkeran li torên civakî belav bû û bi hezaran kesî li wê vîdeoyê temaşe kir.

Di vîdyoyê de tê dîtin ku metirsiya xeniqînê li ser 4 kesan heye.

Yek ji wan kesan ber avê dikeve û û rizgar dibe, xizmên qurbaniyên karkeran behsa çîrok û kêliya rûdanê dikin.

2 kes ji ber lehiyê rizgar dibin û 2 kesên din jî ber avê dikevin.

“Min 15 xulekan hawar kir”

Yek ji wan kesê ku rizgar bûye di dema rabûna lehiyê de li ser Çemê Hişkeroyê bûye.

Di dîmenan de tê dîtîn ku darek di destê wî de ye û hewl dide hevalên xwe rizgar bike.

Ew piştî bûyerê li peravên Çemê Hişkeroyê bi çavên girî û dilekî xembar li cenazeyên xizmên xwe digere.

Karkerê rizgarbûyî Weîd Mehmûd li ser keliyên rabûna lehiyê ji Rûdawê re got:

“Demjimêr 09:00ê serê sibehê bû. Ji bo kar em diçûn ser xaniyekî li taxa Nizarkê, dema em nêzîkî tunelekê bûn me dît ku otomobîla me tije av dibe.

Me hewl da xwe rizgar bikin. Ez rizgar bûm, kurê min, birayê min û biraziyê min jî jî otomobîlê daketin û çûn ser dîwarekî û li ser dîwar asê man.

Nêzîkî 15 xulekan min hawar kir. Piştre polîsekî çûnûhatinê û şofêrê tankêrekê bi hawara me de hatin. Werîsek anîn me hewl da wan rizgar bikin.”

Herwiha Weîd Mehmûd behsa binavbûna biraziyê xwe jî kir û anî ziman:

“Dem bi dem asta avê bilind dibû, piştre werîs qetiya û tenê min dît ku biraziyê min got, “Xweda bi te re be Mamo, em dikevin bin avê û heta niha jî winda ne.”

“Biharê mala me wêran bû”

Weîd Mehmûd û kurê wî ji lehiyê rizgar dibin lêbelê birayê wî Omer Mehmûdê 45 salî û Mehmûd Muhenedê 20 salî jî ber avê dikevin û rizgar nabin.

Mehmûd Muhened beriya bi 7 mehan zewicîbû û hevjîna wî jî ducanî ye.

2 kurên Omer Mehmûd hene lêbelê beriya bi 8 mehan careka din jî zewicîbû.

Weîd Mehmûd ew kesên vîdeo jî girtine rexne kir û got:

“Li cihê girtina vîdeoyê diviyabû bi hawara me de bihatana. Vê biharê mala me wêran bû.”

Birayê Omer Mehmûd, Newaf Mehmûd jî amaje bi wê yekê kir ku 30 kes ji Mûsilê hatine Dihokê û li dû cenazeyên xizmên xwe digerin.

Newaf Mehmûd bangî Serok Barzanî jî kir û got:

“Ez bangî Serok Barzanî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê dikim ji bo ku cenaze werin dîtin hewlên xwe zêdetir bikin.”

19ê Adarê ji ber baraneke zêde li parêzgaha Dihokê û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê lehî rabûbû û li Dihokê 3 kesan canê xwe ji dest dabû. Herwiha 300 xanî û 50 otomobîlan jî zerer dîtibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst