Hakan Fîdan, Newroza Nêçîrvan Barzanî pîroz kir

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, bi peyameke Newroza Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîroz kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Hakan Fîdan di peyama xwe de hêvîya saleke aram, tendurist û baş kiriye.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di nameya Fîdan de hatiye gotin:

“Birêz Serok, dostê min ê ezîz, ez cejna we ya Newrozê pîroz dikim ku sembola berxwdêrî, aştî, jiyana xwezayî û saleke nû ye û keveşopiyeke me ya hevpar e.”

Serokatiyê destnîşan kir, Hakan Fîdan di nameya xwe de, “Hêvî kiriye ku ji bo aramî û aştiya herêmê hevahengî û hevbeşiya her du aliyan xurttir bibe.”