Li bakurê welêt pêla berf û baranê berdewam e

22-03-2024
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Berf Bakurê Kurdistanê Baran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarên bakurê welêt pêla berf û baranê berdewam dike û ji ber berfê li Kanîreşê dibistan hatin girtin.

Li navçeya Kanîreşê ya parêzgeha Çewlîgê ji ber berfê rêyên 27 gundan hatin girtin û dibistanên navçeyê jî ji bo rojêkê hatin girtin.

Welatiyê bi navê Enes Bîngol derbarê baran û berfa di meha Adarê de got:

“Di vê mehê de em ne li benda ewqasî berfê bûn. Îsal demsala zivistanê cuda ye.”

Herwiha li parêzgeha Qersê tîmên pakkirina rêyan jî li ser kar in û rêyan ji berfê paqij dikin da ku welatî bikaribin jiyana xwe ya rojane berdewam bikin.

“Adar jî wekî meheke zivistanê ye”

Welatiyê bi navê Murat Kesemen jî derbarê serma û baranê de da zanîn ku ji ber berfa zêde ew her sibeh otomobîlên xwe û ber deriyên malên xwe paqij dikin.

Murat Kesemen destnîşan kir ku îsal meha Adarê jî wekî meheke zivistanê ye.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî doh ji ber barana zêde lehî rabûbû û zerer gihişte zêdetirî 60 mal û dikanan.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê hişyarî da ku dê li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê berf û baran berdewam be û dive welatî tedbîrên pêwîst wergirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst